Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê serlêdana Ebdulah Ocalan yaku tê gotin di girtîgehê da îşkence li wî hatiye kirin û li hember wî baş tevnegeriyane, red kir.
Parêzerên Ocalan di sala 2010an da serî li AÎHMê dan û gotin di girtîgehê da îşkence li wî tê kirin û li hember wî baş tevnagerin.
AÎHMê daxuyaniyek da û got der barê vê serlêdanê da biryar hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin parezerên wî îdia kiribûn di sala 2008an da dema di qawişên Girtîgeha Îmraliyê da lêgerîn çêbûn gardiyanan îşkence li Ocalan kir û li hember wî nebaş tevgeriyan. Lê ev îdia hat lêkolînkirin û hat tespîtkirin ev îdia ne rast in. Ji ber vê bi yekdengî ev serlêdan hat redkirin.
Hat gotin di girtîgehê da roja lêgerîn çêbûye û rojên din Ocalan birine ser doxtor, kontrola wî hatiye kirin, lê tu pirsgirêkeke fizîkî û derûnî nehatiye tespîtkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin