May: Hilbijartina beriya Brexitê dijî berjewendiyên neteweyî ye

dibêje nabe hilbijartin were kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîra Brîtanya Theresa May diyar kir ku hilbijartineke berî derketina ji Yekîtiya Ewrûpa (YE), ku li ber e di Adara 2019an de bi dawî bibe, ‘’dijî berjewendiyên neteweyî ye’’

May ya bo hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana New Yorkê dikir, di rê de ji rojnamevanan re da zanîn ku wan bala xwe daye ser temakirina Brexitê.

May got: Ez hewil didim ku bi Ewrupa re li gor berjewendîyên me yên neteweyî peymanekê çêkim.

May careke din dîyar kir ku ‘’li şûna peymaneke xirab’’çêtire e ku ew bê peyman ji YE’ê veqetin.

Hefteya borî, di danûstandinên Brîtanya û YE’ê de girjî çêbûbû.

Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk piştî civînê gotibû ku ‘’Plana Brîtanya kêr naye’’

May jî diyar kiribû ku YE, du planên ku Brîtanya ‘’bi ti awayî nikare bipejirîne’’ pêşniyaz dike.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.