Li Gever û Tendûrekê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

li du navçeyan şer qewmiye
کوردستان TV
100%

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Gever û Tendûrekê li artêşa Tirk dane û 6 leşker kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Çewlikê jî 4 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Gever û Tendûrekê li artêşa Tirk dane û 6 leşker kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Çewlikê jî 4 gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê ya fermî wisa ye:  Di 24’ê Îlonê de saet di 10.20’an de hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk ya li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatine rûxandin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin di 24’ê Îlonê de li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a ku ewlehiya qereqola Sariksû ya qada Tendûreka Agiriyê pêk dianî, hêzên me çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên din hatine kuştin.

Di 13’ê Îlonê de nîvro artêşa Tirk li qada gundê Aşagi yê Çewlikê bi alîkariya wesayîtên hewayî yên bêmirov operasyonek daye destpêkirin. Hêzên ku li ser bejahiyê ji ber berxwedana hêzên me nekariye têkeve qadê, bi balefirên şer qad bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de 4 hevalên me şehîd bûne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.