Wezîrê berevanî yê Rûsyeyê Sergey Şoygu ragihand ku vê di demeke nêz de pergala berevaniya asmanî ya ji cureya S300 a Rûsî radestî Sûriyeyê were kirin.
Sergey Şoygu diyar kir ku piştî ketina balefira me ya li Sûriyeyê, me biryar daye daku tedbîrên baştir yên ewlekarî bistînin û herwiha bi mebesta hevkarî kirina rejîma Sûriyeyê me biryar daye ku pergala berevaniya asmanî ya ji cureya S300 bidin Sûriyeyê.
Şoygu herwiha diyar kir ku vê di nava du hefteyan de ev pergala han radestî Sûriyeyê were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin