Rêxistina cîhadîst, peymana Idlibê qebûl nake

dibêje emê şer bikin
کوردستان TV
100%

 Rêxistina cîhadîst Hurras el Dîn ya ku ji Tehrîr el Şamê veqetiyabû, ragihand ku ew peymana Idlibê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatiye kirin, qebûl nakin.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  Li Idlibê Tirkiye û Rûsyayê ji bo herêma bêçek peymanek girêdabûn û bi vî rengî rêxistinên çekdar wê ji herêmê derketibana. Lê belê niha Rêxistina cîhadîst Hurras el Dîn got ku em peymanê qebûl nakin û ji herêmê jî dernakevin.

Rêxistina cîhadîst Hurras el Dîn di destpêka vê salê de ji Tehrîr el Şamê veqetiyabû û hatibû sazkirin. Di nava rêxistinê de çekdarên biyanî jî gelek in.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.