YPG: Li Efrînê 5 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin

5 leşkerên tirk û 3 çete hatine kuştin
کوردستان TV
100%

YPG`ê tekez kir ku di encama çalakiyên hêzên wan li Efrînê, du leşkerên artêşa tirk û sê çeteyên wê hatin kuştin

Li gor nûçeyeke anhayê Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG`ê di dîroka 20`ê Îlonê de li Efrînê aşkere kirin.

YPG`ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, yekîneyên wan çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk û komên çete didomînin. YPG`ê destnîşan kir ku di roja 20’ê Îlonê de, bi du çalakiyên cûda bi giştî 5 leşker û çete hatin kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniya YPG`ê de ev date derbarê çalakiyan de hate parvekirin:

“Di roja 20’ê Îlonê de hêzên me li ser rêya navbera gundên Xalta û Gobelê yên girêdayî navçeya Şêrawa li hember seyareyeke leşkerî çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de du leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di heman rojê de yekîneyên me li ser rêya di navbera Raco û Mabeta de li hember seyareyeke leşkerî ya ku 3 çeteyên koma bi navê Sultan Mûrad tê de bûn çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de her 3 çeteyên di  seyareyê de hatin kuştin û 3 çekên tîpa AK-47 (Kalaşnikov) hatin desteserkirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Xalid El-Ragib (Hema), Elî El-Berhum (Hums), Xulif el-Xutanî (Şam).”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.