Cîhadiyên radîkal yên ku bi hevkarî û piştgîriya artêşa Tirkiyeyê bajarê Efrînê dagîr kirine, piştî dizîn û talan kirina malên Kurdan li vê bajarê, vê carê jî dest kirine bi talan kirina bax û berhemên baxên Kurdan.
Di vê derbarê de jêderên herêmî diyar kirin ku ew çend roje çend komên cîhadî li ber çavê xwediyê baxan, diçin ser baxên henaran û berhemên wan kom dikin û ji xwe re dibin.
Jêderên herêmî eşkere kirin ku li devera Şêrawa ya Efrînê tavahiya baxan hatine talankirin û xudanên wan baxan jî di destpêkê de xwestin ku pêşî ji talan kirin bigirin lêbelê cîhadî bi çek li wan dane û gefa kuştinê li wan kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin