Îtalya hevkariyên xwe bo hêzên pêşmerge didomîne.
Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Îtalî bi Serokatiya Fermandarên hêzên Îtalî yên li Îraqê Nicola Terzano kir.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Nicola Terzano behsa pêşhatên leşkerî û mekanîzma nû ya perwerde kirina hêzên pêşmerge hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Îtalya û hêzên hevpeyman kir ku hevkarî û piştîvaniya leşkerî pêşkêşî hêzên pêşmerge kirine bi taybetî di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge de.
Mesrûr Barzanî behsa ji nûve organîze kirin û bernameya reform û yek xistina lîwa û yekîneyên ser bi wezareta Pêşmerge kir.
Her di civînê de Nicola Terzano behsa çalakiyên hêzên xwe kir û ragihand ku ew weke hikûmeta Îtalyayê li ser bernameya perwerde kirina hêzên pêşmerge bi şêwazên nû û pêşkeftî berdewam dibin. Nav hatî ew yek jî diyar kir ku ji bilî perwerde kirinê hevdem di warê dabîn kirina amûr û pêdiviyên din yên leşkerî de jî hevkariyên me bo pêşmerge berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin