Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Swêdê yê li Îraqê Pontus Melander kir.
Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên li deverê, giftûgoyên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û prosesa hilbijartinên Kurdistanê hate kirin.
Derbarê danûstandinên ava kirina hikûmeta Îraqê de, Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî balkêşande ser pergala siyasî û bêgomanî ya di navbera pêkhateyên Îraqê de û ragihand ku lazime prosesa siyasiya Îraqê li ser esasê hvsengî, hevbeşiya rastîn û lihev kirin di biryarên çarenivîssazde were rastkirin û nabe ti pêkhateyek were jibîrkirin daku tevahiya welatiyan bi vê yekê bihesin ku beşeke ji vê welatê.
Di berdewamiya civîna han de balyozê Swêdê li Îraqê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û pêşkeftinên heyî diyar kir û behsa rola welatiyên Kurd yên li Swêdê kir û got: Welatiyên Kurd bi awayekî gelek beş ketine nava pergala civakî ya Swêdê û di warê cur bi cur de çalakin.
Derbarê pergala siyasî ya Îraqê de Pontus Melander diyar kir ku Swêd piştgîriya pergaleke bihêz, hevseng û berfire dike.
Giftûgo kirin derbarê bihêztir kirina têkiliyên navbera Swêd û Kurdistanê mijareke din ya vê hevdîtina han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin