Mesrûr Barzanî û McGurk civiyan

behsa hewldanên ava kirina hikûmeta Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê bo karûbarê hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DIŞIê Brett McGurk û şanda pê re kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, li ser hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê û rola Kurdistanê ya di vê warî de giftûgo hate kirin.

Her di vê civîna han de Mesrûr Barzanî tekez li ser hevbeşiya bihêz ya di navbera Kurdistan û Amerîkayê  û girîngiya hevkariya leşkerî û ewlekariya berdewam kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.