Serokên her du Koreyan li Pyongyangê dicivin

piştî 11 salan ew yekem care
کوردستان TV
100%

Serokê Koreya Başûr Moon Jae In bo hevdîtina bi Serokê Koreya Başûr Kim Jong Un çû Pyongyanga paytaxta Koreya Bakur.

Kim Jong Un û xanima wî, li firîngehê pêşwaziya Moon û xanima wî kirin.

Li gor nûçeyeke voayê bi sedan kes, di merasîma pêşwazîkirinê de bi alayên Nîvgirava Kore û Koreya Bakur silav li Serokê Koreya Başûr dan.

Ji 11 sal vir ve, cara pêşî rêberekî Koreya Başûr serdana Koreya Bakur dike.

Li gor agahîyên ku jêderên hikûmeta Koreya Başûr dane, Moon di hevdîtina bi Kim Jong Un re dê ser pûçkirina çekên navokî û bi awayekî fermî bidawîkirina cengê, biaxife.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.