Mesrûr Barzanî: Am amadene xwe bikin qurbana ax û xelkê Kurdistanê

Li Akrê gotarek pêşkêş kir
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya kempînên propagendeyên hilbijartinan de, îro partiya demorkata Kurdistanê li Akrê ahengeke girseyî organîze kir.

Di ahenga han de ku endamê mekteb siyasiya PDKê Mesrûr Barzanî jî amade bû, yekem car berbijêrên PDK bo parlementoya Kurdistanê hatin nasîn û pişt re jî Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya hilbijartinên 30 Îlonê û girîngiya beşdarî kirin di prosesa dengdanê.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku PDK her ji roja damezrandina xwe de heta îro hertim kar bo bidest xistina mafên reva û netewî yên gelê Kurdistanê kiriye û vê li ser vê rêbaza han berdewam be.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku gelek kes hebûn ku dixwestên Kurdistan û gelê Kurdistanê ji nav bibin, lêbelê partiya demokrata Kurdistanê ti carî rê nedaye nehez û neyaran ku pilanên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê biser bixin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime xelkê Kurdistanê baş bihêzire ku eger hat û di pêşe rojê de  êrîşî ser vî hate kirin vê kî berevanî ji vî û Kurdistanê bike? Tevahiya Dunyayê dît ku dema Kurdistan rastî êrîşên terorîstên DIŞIê hat,ev PDK û Serok Barzanî bûn ku li eniyên şer de berevanî ji gelê Kurdistanê û xaka Kurdistanê kirin û vê di pêşerojê de jî her bi heman awayî berevanî ji gelê Kurdistanê, xaka Kurdistanê û tevahiya mafên reva yên gelê Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku eger îxaneta 16ê Cotmehê nebûbaya vê niha me ahengên serkeftinên gelek mezintir lidar xistibana, lê îxanet nehêla, lêbelê, hêzên pêşmerge, PDK û xelkê Kurdistanê, ewin ku baweriya wan bi rêbaza Barzanî û serxwebûna Kurdistanê hebû, pilanên îxanetkaran jî têk bibin û nehêştin bigehêjin encamp.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku em weke xwendekarên rêbaza Barzanî û endamên PDKê, ser firazin ku Kurdin û endamên PDKê ne û em li gor rêbazekî hatine perwerde kirin ku em amadene xwe qurbanî ax û welat bikin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku bo ser xistina prosesa referandum û serxwebûnê û herwiha bo gehêştin bi maf û daxwazên reva yên gelê Kurdistanê, di roja 30 Îlonê de biçin ser sendoqên dengdanê û dengên xwe bi nunerên xwe û berbijêrên PDKê bidin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku em niha deyndarê şehîd, malbetên şehîdan, hêzên pêşmergene û lazime her  yek ji me li gor vê yekê tev bigere û lazime ew kesên ku diçin parlementoyê jî vê yekê li ber çav bigirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.