Serok Barzanî li gel endam û kadroyên rêxistinên girseyî yên PDKê civiya

behsa rewşa siyasî kir
کوردستان TV
100%

Îro  li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirs, Nûner, Sekreter, Endamên Mekteb û Rêxistinên ser bi Mekteba Navendî ya rêxistinên girseyî û pîşeyiyên Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

Di vê civînê de Serok Barzanî balkişande ser rewşa siyasiya Kurdistan,  Iraqê, navçeyê û qonaxa piştî referandûm û xiyaneta 16 şanzdeha cotmehê û encamên vê xiyanetê li ser jiyana xelkê Kurdistanê. Her wiha balkişand li ser hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê ku gelek aliyan xwe ji bo ewe amade kiribûn ku li encama wê hilbijartinê helweşîna PDK bibînin, lê belê ji bilî hemû giriftan bi hîmmet û xweragiriya endam û alîgirên PDK, PDK li ser asta Iraq û Kurdistanê bûye partiya bi jimare yek. Serok Barzanî li dirêjahiya gotara xwe de tekez li wê yekê kir ku hemwelatiyên Iraqê li hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê da wan dem û çavên şoveniyan siza da ku dijî mafê gelê Kurdistanê û referandûmê rawestabûn û eve jî belgeyekî bihêze ku xelkê Iraqê têgeha şoveniyetê red dikin.

Serok Barzanî spasî qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan û şerê berevanî li keramet û axa niştîman kir û ragihand em hemû deyndar û qerzdarê Pêşmergene, ji ber ku tenê Pêşmerge bû ku hemû hevkêşeyan gûherî û Kurdistanê parast.

Hilbijartinên Parlemena Herêma Kurdistanê li 30 sîhê Eylûlê mijareke dinê ji gotara Serok Barzanî bû û ji bilî balkişandina wê yekê ku hinek aliyan dixwest berevajiya biryara sazî û damezraweyên Herêmê û îradeya xelkê hilbijartinê paş bixin lê belê pêdagiriya PDK bû sedema wê yekê ku hilbijartin di dema xwe da birêve biçê û nabê bi hêcetên cûr bi cûr yarî bi babeta hilbijartin û mafê xelkê bê kirin. Serok Barzanî hêviya ewe jî xwest ku bi hîmmeta cemawer û alîgir û têkoşerên PDK, Partiya Demokrata Kurdistanê serkeftinê bi dest bîne û ev serkeftin jî ji bo ewe bikarbê ku PDK bikarê çaksaziyên bingehîn li hemû warên jiyana siyasî û aborî û îdariya Herêma Kurdistanê bike.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste prensîpên hevbeş li biryar û tewafuq li yasadanan û hevseng li damezraweyên Iraqê da bi mekanîzmekî rûn û bi mîsogerî cîh bi cîh bikin û her wiha ragihand ku niha danustandinên çir li holê daye ji bo damezrandina encûmenekî bilinda siyaseta stratejî ku aliyên Kurdistanî jî têda beşdar bê ew jî ji bo rêgirtina li serhildana takrewî li hukimranî û pêwîste biryarên stratejî li wê encûmenê ve derbikevin. Di derbarê rewşa Kerkûk û navçeyên dinên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku ew rastiya niha li Kerkûk heye rastiyeke nesirûştiye û nayê qebûl kirin û Kerkûk jî bajareke ji bo pêkvejiyan û tebayiya li navbera pêkhatan lê belê musaweme li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nayê kirin û biryara boykotkirina hilbijartina Kerkûkê ji aliyê PDK ve bo ewe bû ku wê rastiya sepandiya serbazî ya li wî bajarî qebul nekîn.

Her Di vê civînê de dergeha guftûgo û pirsiyaran vekirin û Serok Barzanî bersîva pirsiyar û têbînî û pêşniyara amadebûyan da.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.