Îro li Sûriyeyê xelkê vê welatî bo destnîşan kirina Şaredar û rayedarên herêmî yên deverên xwe çûn ser sendoqan.
Lê jiber nakokiyên ku di navbera îdareya xweser ya Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyeyê de hene, îdareya xwe ser rê neda ku li Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê wan de, hilbijartin were kirin.
Cara dawî li Sûriyeyê di sala 2011an de hilbijartinên herêmî hatibûn kirin û piştî vê jiber destpê kirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê hilbijartin nehatin kirin û îro bo cara yekem hilbijartin hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin