Li Fîlîpînê herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dan

40 kesên din jî di bin axê de mane
کوردستان TV
100%

Li gor ajansên nûçeyan yên cîhanî, jiber rabûna lehiyê li welatê Fîlîpînê 30 kes canê xwe ji dest dane.

Ajansên nûçeyan li ser zarê rayedarên Fîlîpînê belav kirin ku jiber barîna baraneke bixor li devera Itogon ya li eyaleta Banguet tûfana Mangkhut ra bûye.

Di encama tûfana han de lehiyeke mezin jî li deverê de rabûye û di encama lehiyê de herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dane.

Jêderên herêmî herwiha diyar kirine ku 40 kesên din jî dibin axê de mane û hîn jî cenazeyên wan nehatine dîtin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.