Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya nûnerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DIŞIê Brett McGurk û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinekê behsa rewşa niha ya Îraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê, civînên parlemantoyê ji bo vê yekê kirin.
Herwiha rola Herêma Kurdistanê û hevparî li piroseya siyasî ya Îraqê û pêkanîna kabîneya nû nirxandin û hêvî xwestin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihê , ku di berjewendiya hemû pêkhatên Îraqê de be û serdemeka nû li vî welatî destpê bike.
Her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê bihê sazkirin.
McGurk kêfxweşiya xwe ji bo sazkirina hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hêvî xwest bi serkevtî rêve biçe.
Li dawiyê jî behsa dawîn pêşhat û rewşa deverê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin