Serok Barzanî û nunerê Sekreterê giştî yê NY behsa rewşa Îraqê kirin.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Îraqê Jan Kubis û şandeke pê re kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Jan Kubis behsa pêşhatên dawî yên siyasî yên li Îraqê, prosesa siyasiya Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin û balkêşandine ser rola Kurdistanê di nava prosesa siyasî ya Îraqê de û Jan Kubis nirînên NY yên derbarê rewş û porsesa siyasiya Îraqê de pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa gefên teror û terorîstan û çawetiya şerê dijî hizirê tundreviyê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin