Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkayê bi Serokatiya General paul Vanek kir, ku ji bona bi dawî hatina erkê xwe û nasandina cîgirê xwe serdana Serokwezîrê Kurdistanê kiribû.
Di hevdîtinekê de, Generalê Amerîkayî ji bona alîkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kar û erkên wî re, spasiya hikûmetê kir û kûrtiyek derbarê parastina asayiş û alîkarî yên Wezareta Pêşmerge ji bo perwerde kirina Pêşmrge û rêxistina wezaretê xiste berçav.
Vanek herwiha, General Paul Joseph bi Serokwezîr nasand, ku biryar e li cihê wî wek Fermandeyê hêzên hevpeymanan li Îraqê û Sûriyê dest bi kar bibe.
Serokwezîr bi spasî kirina rola General Vanek, xuyakir Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ji bo alîkarî û hemahengî bo nehêlana metirsiya serhildana terorê berdewam dibe.
Herwiha spasiya hewlên General Venek ji bo rêkxistina Wezareta Pêşmerge kir û hêviya serketinê ji bo her du generalên Amerîkayî di erkên nû de xwest û berhev bûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankarî û alîkarî bo kar û erkê fermandeyê nû yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûryê nîşanda.
Di dawiya civînê de behsa rewşa deverê, piroseya siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin