Yekêtiya Ewrûpayê piştîvaniya ji hilbijartinên Kurdistanê dike

behsa rewşa Îraqê jî kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya konsulus û nûnerên welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê behsa dawîn pêşhatên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê û berhevî yên hilbijartinên parlematoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê rêve biçe.

Konsulusê û nûnerên YE kêfxweşiya xwe li hember encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê li dema diyarkirî nîşandan û hêviya serketinê jê re xwestin û herwiha piştîvaniya Yekêtiya Ewrşpayê ji bo pirosêsa siyasî, hilbijartin û berfireh kirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê xuyakirin.

Di vê hevdîtinê, behsa piroseya siyasî ya Îraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê hate kirin û rola Herêma Kurdistanê mîna hevpareka sereke ji bo pêkanîna hikûmeta nû û piroseya siyasî giring nirxandin.

Serokwezîr tevî şandeya mêvan hev hizr bû ku hilbijartinên Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê bersiva daxwazên welatiyên Îraqê ji bo dabîn kirina tenahî, misoger kirina xizmetkariyan û pêşxistina welat li hemû waran bide.

Di dawiyê jî behsa berfireh kirina tîkiliyan û alîkarî û hemahengî ya berdewan li hemû waran, rewşa deverê û dawîn pêşhatên wê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.