Nêçîrvan Barzanî û Mike Pence rewşa Îraqê dinirxînin

Serokwezîr û Cîgirê Serokê Amerîkayê bihev re axevîn
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence dohê êwarê  peywendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir.

Cîgirê Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Kurdistanê, di peywendiya telefonî de behsa rola Kurdistanê û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Îraqê kirin û pêdagirî jî li ser stratijiya hevpar navbera Herêma Kurdistanê û wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kirin.

Barzanî ji bona alîkarî kirina Kurdistanê û Îraqê li şerê dijî terorê spasiya Amerîkayê kir. Her wiha pêdagirî li ser alîkarî û hemahenya pitir navbera her du aliyan ji bo serketina yekcarî bi ser terorê li Îraqê kir.

Cîgirê Serokê Amerîkayê  tevî vê yekê ku pesna rol û egîdiya Pêşmerge li şerê dijî terorê kir, ji bona bi hev re jiyan û azadiya olî li Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîr kir.

Her du aliyan li dawiyê jî pêdagirî li ser karê hevpar û hemahengî ji bo yarmetîdana koçber û pêkhatî yên olî li Îraq ji bo vegeryan bo ser cih û malên xwe kirin. 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.