Di çarçoveya amadekariyên heyî yên bo destpê kirina operasiyona dijî cîhadiyên li Idlibê, dohê bi şev artêşa Tirkiyeyê jî yaku gefa bêdeng nebûnê li beramber operasiyona Idlibê dike, li gel cîhadiyên alîgirên vî, dest bi topbaran kirina malên welatiyên medenî yên li Til Rifetê kir.
Til Rifet devereke ku niha di destê YPGê deye û artêşa Sûriyeyê jî di çarçoveya amdekariyên xwe bo operasiyona Idlibê, hijmareke zêde hêzên leşkerî şandiye derdorê Til Rifetê.
Jêderên ji herêmê behsa vê yekê dikin ku topbaran hîn jî didome lêbelê heta niha derbarê zirarên topbaranê de ti zaniyariyek nehatiye bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin