Di çarçoveya amadekariyên Rûsye û Sûriyeyê bo destpê kirina operasiyona leşkerî ya Idlibê de, bordiman kirina vê bajarê jî didome.
Di vê derbarê de komîteya çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê li ser zarê şêniyên deverê belav kiriye ku tenê di nava du rojan de her yek ji Rûsye û Sûriyeyê bi giştî 150 caran êrîşî ser Idlib û gundewarên Idlibê kirine.
Li gor daxuniya han di encama wan êrîşan de hijmareke zêde xelk û çekdar jî hatine kuştin û herwiha jiber tirsa şereke mezin jî hijmareke zêde ji şêniyên Idlibê aware bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin