Civîna Civata Giştî ya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) bi dawî bû û encamnameya wê hat belav kirin.
Li gor nûçeyeke voayê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axaftina xerhatinê kir û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, li ser parçekirina, gelan şerê cîhana ya sêyê diqewime.
“Çareserî avakirina netewa demokratîk e. Tirkiye ji xeynî qatlîaman tiştek nedaye gelan, neda gelê Kurd. Ew li ser gelê Kurd, bi tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatiye destpê kirin û herwisa cezakirina Selahedîn Demîrtaş di vê çarçovê de ye.”
Di encamnameya kongreyê de hat gotin ku di divê navbera gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz yên Tirkiyê û Rojhilata Navîn de tifaqeke xurt were çêkirin, Kurd yekîtiya xwe ya stratejîk ava bikin.
Encamname diyar dike ku polîtîkayên pişaftina ku li ser zimanê dayikê tê meşandin, bi qeyûman re hatiye kûr kirin.
KCD’ê tecrîda 20 salan ya li ser Ocalan jî şermezar kir û bang li gel û civata navnetewî kir ku reaksîyon nîşan bidin û bikevin nav liv û tevgerê.
Civata Giştî ya KCD'ê xuya dike ku niha şertê şerê cîhana sêyê heye û statukoyên berê hildiweşin û yên nû ava dibin û jibo çar perçê Kurdistanê jî derfet ketiye destê gelê Kurd.
Civata Giştî êrîşa Tirkîyê ya ser Şengalê û dagirkirina Kerkûk û Efrînê careke din bi tundî şermezar kir.
KCD’ê xweserîya ku li bakurê Sûriyê hat îlan kirin, jî silav kir û got ku ew bi gelê Rojava û Bakurê Sûriyê re ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin