Di çarçaoveya amadekariyên Rûsye û Sûriyeyê de bo destpê kirina operasiyona leşkerî ya li dijî cîhadiyan li Idlibê, hikûmeta Tirkiyeyê jî dest bi şandina hêzên leşkerî bo ser sînorê Îdlibê kiriye.
Ev operasiyona ku li Idlibê tê destpê kirin, li dijî wan cîhadiyane ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgîrîkirin û di civîna Tehranê de jî Tirkiye daxwaza ragihandina agir bestê kiribû lê belê Rûsye ev daxwaza han red kir û got ku em nikarên di şûna cîhadiyan de biaxevin.
Her çend Rûsye û Esed beriya civînê dest bi bordiman kirina Idlibê kiribûn, lê belê Tirkiye hîn jî bawer nake ku ew operasiyon were destpêkirin lewre ji tirsa vê yekê ku xelkê Idlibê dîsa berê xwe bidin Tirkiyeyê û herwiha ji tirsa ku Rûsye û Sûriye hin deverên din yên di destê Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê kontrol bikin, hêzên leşkerî dişîne sînorê Idlibê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin