Îro li Selahedînê her du mekteb siyasiyên partiya demorkata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî û Kosret Resûl Elî civiyan.
Di civînê de behsa çend mijarên girîng bi taybetî helwesta part û aliyên siyasî yên Kurdistanê derbarê ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û herwiha hilbijartinên 30 Ilonê yên parlementoya Kurdistanê, hate kirin.
Piştî civînê jî daxuyaniyeke hevpar hate weşandin û têda navroka civînê bo raya giştî hate eşkerekirin.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di civînê de behsa wan babetan hatiye kirine û ev biryar hatine stendin;
Yekem: Jiber berejwendiyên gelê Kurdistanê û jiber hesas bûna rewşa heyî, her du alî tekez li ser yekhelwestî û bihevre kar kirin li Bexdayê kirin û bo vê yekê jî komîteya hevbeş berdewam dibe li ser têkiliyên xwe yên bo amadekariyên hewce.
Du; Her du alî daxwaza lidar xistina civîneke hevbeş bi beşdariya tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin bo yekxistina nav mala Kurd û bo vê yekê jî biryar hatiye dayîn daku komîteyek bo karûbarên pêwîst were damezrandin.
Sê; Jiber rewşa hesas ya Kerkûkê û girîngiya çareser kirina rewşa Kerkûkê, biryar hate dayîn daku ev komîteyên ku pêştir hatibû damezrandin dest bi karên xwe bike.
Mekteb siyasiya PDK- Mekteb siyasiya YNK
10 Îlona 2018
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin