Siyasetmedarê Iraqî Mehmûd Selman Eltayî derbarê rewşa Besreyê de diyar kir ku şêniyên Besreyê ji jiyana xwe û rewşa vê bajarê gelek dilgiranin û tawanbarê vê yekê jî bi tundî şermezar dike.
Eltayî herwiha diyar kir ku şêniyên Besreyê dibêjin ku tawanbarê serekî yê rewşa Besreyê rejîma Îranê ye û rejîma Îranê ji aliyekê ve rê nade bajarê me were awedankirin û ji aliyeke din ve jî çekdarên ser bi spaha pasdaran pir çek dike û bo şerê dijî xwepêşanderan dişîne bajarê Besreyê.
Eltayî eşkere kiriye ku xelkê Besreyê daxwaza vê yekê dikin ku hikûmet û grûpên Îraqî xwe ji bin bandora Îranê de rizgar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin