Li gor zanyariyên torên civakî û çapemeniya ser bi sipaha pasdarên Îranê, saziya dadweriya Îranê îro 08.09.2018ê sê girtiyên siyasî yên kurd ên bi navên Ramîn Husên Penahî, Zanyar û Luqman Muradî li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê darve kirine.
Herwaha çend çavkaniyên ser bi sipaha pasdaran jî ew nûçe piştrast kirin.
Vê derbarê de birayê girtiyê kurd Ramîn Husên Penahî, Emced Husên Penahî di tora xwe ya civakî facebookê de nûçe piştrast kir û ragehand: ‘’Îro serê sibê li gel Ramîn li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê Zanyar û Luqman Muradî jî hatin darve kirin.’’
Ramîn Husên Penahî ku havîna borî nêzîk bajarê Sine bi birîndarî hatibû girtin, salek û du mehe li girtîgehê bû û ji aliyê saziyên dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn û îro 08.09.2018ê hate darve kirin.
Zanyar û Luqman Muradî jî du çalakvan û girtiyên siyasî yên kurd in, ku 10 sale li girtîgehê ne û cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn û ew jî îro hatin darve kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin