Karbidestekî payabilind yê Qesra Sipî bi nivîsekê ji New York Timesê re da zanîn ku li qesrê dijî Trump "komeke berxwedanê" çêbûye.
Di nivîsê de, ku navê wê "Ez beşeke berxwedanê ya di rêvebirîya Trump de me" ye, karbidest dide zanîn ku "bingeha kêşeyan bêexlaqiya Trump" e.
Karbidestê Qesra Sipî dîyar dike ku heta ku Trump diçe dê gelek berpirsên qesrê berevaniya sazîyên demokratîk bikin û rê li ber "helwestên Trump yên şaş yên dikarin encamên xirab çêkin" bigirin.
Karbidest dide zanîn ku jiber "bêexlaqiya Trump", "gotinên wî yên pûç yên ku dubare dike", û biryarên "bêzanebûn" û car caran jî "bêhed" dide, Trump tiştekî dibêje lê berpirsên Qesra Sipî tiştekî din dikin.
Karbidestê Qesra Sipî dîyar kir ku li qesrê "rêvebirîyeke duserî" çêbûye.
Karbidestê ku nivîs nivîsîye da zanîn ku ew Komariyekî di "koma berxwedanê" de ye.
Serok Trump ser nivîsa di New York Timesê de got ku "bi awayekî newêrek" hatiye nivîsîn û bang li rojnameyê kir ku nasnameya nivîskar eşkere bike.
New York Timesê ragihand ku nasnameya nivîskêr hatiye piştrast kirin û dîyar ku jiber ku metirsîya karbidest ji kar were derxistin heye, nasnameya wî eşkere nakin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin