Îro topxaneyên ser bi artêşa Îranê dîsa dest bi topbaran kirina hin dever û zozanên Kurdistanê kir.
Di vê derbarê de jêderên ji Sîdekan û Hac Omeranê ji Kurdistantvê re ragihandin ku îro danê sibê artêşa Îranê bi tundî dest bi topbaran kirina çend zozan û deverên ser bi Sîdekan û Hac Omeranê kiriye.
Li gor gotinên wan jêderan artêşa Îranî nêzî gundên ku xelk têde dijîn topbaran dike û topbaran ji sibê ve destpê kiriye û heta niha didome.
Jêderên herêmê behsa vê yekê dikin ku ti zirareke canî ya topbarana han nebûye lêbelê agir bi hin deveran ketiye û şêniyên wan deveran jî di nava fikaran dene û neçar mane malên xwe vala bikin û berê xwe bidin cêyên biewle.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin