Di çarçoveya xwepêşandan û aloziyên heyî yên li bajarê Besreyê de, dohê bi şev şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de qewmî û di encam de hijmareke xwepêşander hatin kuştin.
Li gor jêderan, di encama şer û pevçûnên navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de herî kêm 5 xwepêşander hatine kuştin û hijmareke zêde jî birîndar bûne.
Jêderên li Besreyê behsa vê yekê dikin ku hijmarek ji birîndaran ji hêzên ewlekarî ne û hijmareke din ya wan jî xwepêşanderên.
Herwiha xwepêşanderên Besreyê agir bi bînaya parêzgeha Besreyê berdan û ji bilî bînaya parêzgehê çend deverên din yên giştî jî hatine şewtandin.
Piştî wan bûyeran, li Besreyê qedexeya hatûçûyê hat ragihandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin