Kremlîn boTrump: Îdlib helîna terorîstane

Rûsye derbarê Idlibê de bersifa Trump da
کوردستان TV
100%

Kremlînê îro daxuyanîyên Serokê Amerîka Donald Trump ya destpênekirina operasyoneke leşkerî ya ser Îdlibê red kir û got ku ew herêm helîna terorîstan e.

Li gor nûçeyeke voa yê berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov gotiye ku bê ku rewşa metirsîdar û neyênî ya wê herêmê li ser tevahîya Sûrîyê bibînî, tenê hişyarîyan bidî, nêzîkbûna te ya teng nîşan dide,”

Wê bi berdewamî got ku hebûna mîlîtanan li Îdlibê peyvajoya aşitî ya li Sûriyê pûç dike û herêmê jibo êrîşên dijî hêzên Rûsî li Sûrîyê dike bingeh.

“Hejmareke mezin ya terorîsan li Îdlibê bi cîh bûne û ew jî bêguman rewşa herêmê bê îstiqrar dike û hewilên çareserîya sîyasî û dîplomatîk pûç dike. Em dizanin ku hêzên çekdar yên Sûrî hazirî dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Peskov ji nûçegîhanan re got ku rewşa Îdlibê wê mijara serekî ya civîna navbera rêberên Rûsî, Îranî û Tirk be ku li ber e vê heftê were kirin.

Trump roja Duşemê hişyarî dabû Serokê Sûrîyê Beşar Esad û hevalbendên wî Îran û Rûsya ku dijî Îdlibê êrîşekê pêk neyîne.

Trump gotibû: Îranî û Rûs ger di vê trajedîya mirovî de cîh bigirin, ewê şaşîyeke mezin bikin. Dibe ku bi sed hezaran kes werin kuştin.

Trump bang li Rûsya û Îranê kiribû ku nehêlin ew kuştinkarî pêk werin.

Karbidestên Îran û Rûsya bo operasyona Îdlibê piştgirî didin hikûmeta Sûrîyê û dibêjin ku divê Îdlib ji terorîstan were paqij kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.