Parlementerên PDK û YNKê ji civîna parlementoyê der ketin

Kurd ji civînê der ketin
کوردستان TV
100%

Îro parlementoya Îraqê piştî çar mehan ji hilbijartinan yekemîn civîna xwe lidar xist.

Di civîna han de yaku biryar bû bo sond xwarina parlementeran û destnîşan kirina Serokê demkî yê Parlementoyê be, jiber çend kêşe û arîşeyan, rastî aloziyan han û hin aliyên Îraqî yên ser bi Îranê weke Muqteda Sedir û Hadî Amerî jî li gor xwe mezintirîn hevpeymaniya nava parlementoyê ava kirin û ragihandin ku lazime Serokê Parlementoyê navek ji bo vê hevpeymaniyê destnîşan bike.

Di çarçoveya aloziyên nava parlementoya Îraqê de parlementerên partiya demokrata Kurdistanê û yên Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê piştî sond xwarinê ji parlementoyê der ketin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.