Ev demeke ku li Besreyê ava vexwarinê gelek qirêj bûye û şêniyên vê bajarê jî jib ê aviyê bêzar bûne.
Îro jî rûbara navdar ya li Besreyê ji ber qirêj bûnê, sor bû û ew yek jî bûye cêyê ecîbmayîna şêniyên vê bajarê û Îraqê bi giştî.
Weke tê zanîn ku ev çend hefteye şêniyên Besreyê jiber hin kêşe û arîşeyan bi berdewamî xwepêşandanan dikin û hikûmeta Îraqê jî heta niha tiştek bo wan nekiriye û beriya çend rojan dezgeha xêrxwaziya Barzanî ava vexwarinê ya paqêj gehandibû şêniyên Besreyê.
Herwiha îro dîsa li Besreyê xwepêşandan hate kirin û çend deriyên serekî yên vê bajarê jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatin daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin