Di çarçoveya serdan û civînên Partiya demokrata Kurdistanê de yên li gel part û aliyên din yên Kurdistanê, îro şanda PDKê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana hevpeymaniyê bo demokrasî û dadperweriyê kir û li gel Serokê vê hevpeymaniyê Berhem Salih civiya.
Di vê civîna han de giftûgo li ser hilbijartinên parlementoya Kurdistanê yaku vê di 30 Îlonê de werin kirin hate kirin û her du alî nêrînên xwe li ser vê mijarê û girîngiya hilbijartinan li hev veguhastin.
Mijara din ya civînê, babeta ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bû û di vê derbarê de jî Serokê şanda PDKê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku bo PDK gelek girîng û lazime ku Kurd bi yek dengî û yek helwestî biçin Bexdayê û beşdarî di prosesa siyasî ya Îraqê de bikin.
Herwiha Berhem Salih jî eşkere kir ku tişta ku li Bexdayê bo Kurd lazime yekdengî û yek helwestiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin