Îran vê carê dest bi kuştina Espan kir

çekdarên Îranî vê carê jî dest bi kuştin espan kir
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar yên rejîma Îranê di çarçoveya kuştina kolber û kasibkarên Kurd de, vê carê jî dest kirine bi kuştina Esp û sewalên kolbarên Kurd.

Li gor wan jêderan, roja çarşemeya derbasbûyî li gundê Mîrava ya ser bi Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê çekdarên rejîma Îranê gole li ser espên kolberên Kurd reşandine û di encam de herî kêm 40 espên kolberên kurd hatine kuştin.

Jêderên taybetî herwiha diyar kirine ku çekdarên Îranî piştî kuştina wan espan dest danîne ser tiştên kasibkar û kolberên Kurd.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.