Reuters: Artêşa Sûrî dê ji Başûr û Rojavayê Îdlibê dest bi operasyonê bike

ev demeke amadekarî bo vê yekê tên kirin
کوردستان TV
100%

Jêderekî nêzî hikûmeta Sûrîyê, bi şertê ku navê wî neyê eşkere kirin ji Reuters’ê re dîyar ku Artêşa Sûrî dê operasyona Îdlibê qonax bi qonax pêk bîne.

Jêderê li Şamê da zanîn ku Artêşa Sûrî dê di qonaxa pêşî de nekeve navenda Îdlibê û operasyonê dijî enîyên serhildayan yên li başûr û rojavayê Îdlibê pêk bîne.

Rejîma Sûrîyê hewil dide ku rêkên ji Helebê diçin Hama û Lazqîye kontrol bike û alîyên rojava yên Helebê xurt bike.

Jêderê nêzî hikûmetê ser dema destpêka operasyonê ti agahî neda û got ku ‘’Amadekarîyên dawî yên qonaxa pêşî dê demjimêrên pêş de biqedin’’

Berpirsê Sûrî bi berdewamî dîyar kir ku Rûsya, Tirkîye û Îran berî operasyonê danûstandinên didomînin.

voa

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.