Îro hikûmeta Îraqê bi biryareke ji nîşkave, bi hezaran malbetên ku di dema êrîşên terorîstên DIŞIê de bo ser Şingalê, hevkariya terorîstên DIŞIê kiribûn, vegerand Şingalê.
Di vê derbarê de Fermandarê hêzên parastina Êzidîxanê, Heyder Şeşo ragihand ku ev biryara hikûmeta Îraqê bûye sedema dilgiraniya êzidiyan jiber ku tevahiya wan malbetan, ewin ku di dema êrîşên terorîstên DIŞIê de yên bo ser Şingalê hevkariya terorîstên DIŞIê kirine û ev bo xwe jî di komkujiya êzidiyan de hevparin.
Şeşo herwiha diyar kir ku vegerandina wan malbetan dibe metirsiyeke gelek mezin bo ser Şingalê û em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin û lazime kesên tawanbar werin cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin