Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, jiber erdheja ku pêrê şev li wan deveran dabû, ava vexwarinê li devera Selasê Bavecanî nemaye û ava ku heye jî gelek qirêje û herî tê deye.
Jêderên nûçeyan diyar kirine ku di nava wan du rojan de jiber vexwarina ava qirêj yaku herî têde ye herî kêm 100 zarokên deverê nexweş ketine û bo derman kirinê ji nexweşxaneyan re hatine şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin