Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber wexera dawiyê ya Senatorê Amerîkayî peyameka serxweşiyê weşand ku ev jî tekesta vê ye;
Em ji ber koça dawiyê ya siyasetmedarê hêja û kesatiyê navdarê Amerîka û dostê dilsojê Kurdistanê, John McCain xemgîn bûn.
Em serxweşiyê ji malbata McCain dikin û xwe bi hevparê xema wan dizanin û Xudayê mezin cane wî bi beheşt xwe şad bike û di vê dema dijwar de hevkar û piştîvanê malbata wî be.
Ji destdana McCain ji bo gelê Kurdistanê zirareka mezin bû. Ew dostê gelê Kurdistanê û xemxor û parêzerê bi dest anîn û parastina mafên vî gelî bû.
McCain li hemû demekê bervanî ji gelê Kurdistanê û mafên wê kiriye û bi berdewamî hewl daye gelê kurd mafên rewa yên xwe bi dest bîne.
Gelê Kurdistanê çi caran dilsojî û piştîvaniya John McCain ji bîr nake û her dem rêzê ji bîranîna wî digire.
Rihê wî şad be
Nêçîrvan Barzanî
Serowezîrê Herêma Kurdistanê
2018/08/26
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin