Piştî ku balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz derbarê Kerkûkê de gotibû ku Kerkûkê axa bav û kalên Tirkane, hijmareke zêde şêniyên Kerkûkê, bi taybetî akademîsiyen, çalakvan û rewşenbîrên vê bajarê xwepêşandanek bo protesto kirina gotinên balyozê Tirkiyeyê xwepêşandanek lidar xistin.
Her çend hêzên ewlekarî yên Îraqê nehêştin ku xwepêşandan gelek berfire bibe lêbelê xwepêşander bi tundî gotinên balyozê Tirkiyeyê mehkûm kirin û ragihandin ku ev gotinên han bi wateya destwerdanî kirin di karûbarên Kerkûkê deye û ew yek jî dibe sedema alozkirina rewşa vê bajarê û derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên Kerkûkê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin