Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Amerîkayê John Bolton di hevpeyînekê de li gel ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kiriye ku bi azad nekirina qeşeya Amerîkî yaku li Tirkiyeyê hatiye girtin, Tirkiye şaştiyeke gelek mezin kir.
John Bolton herwiha diyar kir ku ji bilî qeşeya Amerîkî 14 welatiyên din yên Amerîkî li Tirkiyeyê hatine girtin û lazime werin azadkirin.
Bolton diyar kir ku Amerîka li hember wan kiriyarên Tirkiyeyê bêdeng namîne û eger Tirkiye qeşe û welatiyên din azad bike bêgoman qirîza navbera Tirkiye û Amerîkayê jî vê çareser bibe.
Nav hatî derbarê hevkariyên Qeterê yên bo Tirkiyeyê de jî got: Ew hevkariyên Qeterê nikarin xizmeta abûriya Tirkiyeyê bikin û tê fêdeyeke wan nabe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin