Fermandarê polîsê Parêzgeha Mûsilê Hemed Namis Elcebûrî ragihand ku piştî wergirtina zaniyariyan li dor hebûna Encîlekê dîrokî di destê sê kesan de, li dadgehê daxwaz hatiye kirin daku biryara girtina wan sê kesan der bike.
Elcebûrî herwiha diyar kir piştî biryara dadgehê, hêzên polîs operasiyonek lidar xistine û ev her sê kesên ku xwestine ev encîla dîrokî bi qaçax bo cêyeke din veguhezên, binçav kirine û dest jî danîne ser vê encîla han.
Nav hatî herwiha diyar kir ku dîroka vê encîla han vedigere bo beriya 900 salan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin