Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ji bo azadiya Keşe Andrew Brunson, em ê her tiştî bikin, em tu tawîzan nadine Tirkiyê.
Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha berdewam kir: “Me û Tirkiyê li hev kiribû. Ji bo ku Ebru Ozkan were berdan, me alîkariya Tirkiyê kiribû, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî soz dabû ku Brunson berdin. Lê belê wiha çênebû. Ji bo ku Ozkan ji Îsraîlê derkeve, me soza xwe girt; em hêvî dikin ku Ev bavê masûm (Brunson) jî ji Tirkiyê derkeve.”
Trump got ku Tirkiye xetayeke pir mezin dike, ji bo azadiya Keşe Andrew Brunson, em ê her tiştî bikin, em tu tawîzan nadine Tirkiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin