Hêzên çekdar yên Îranê welatiyeke din yê Kurd kuştin

sedema bûyerê hîn jî nehatiye diyarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan, dohê duşem, li Kirmaşanê hêzên çekdar yên Îranê gole li ser tirimbîleke welatiyek reşandiye.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di encama vê yekê de welatiyekî Kurd canê xwe ji dest daye û du welatiyên din jî ku di nava tirimbîlê de bûne birîndar bûne.

Hate zanîn ku rewşa yek ji wan birîndaran gelek metirsîdare û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya tund deye.

Derbarê sedema gole reşandinê de ti zaniyarî nehatiye bidestxistin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.