Bi minasebeta hatina cejna qurbanê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî malbet û kesûkarên şehîdan, hêzên pêşmerge û kadro û hevalên xwe û misilmanên Kurdistan û cîhanê kiriye.
Mekteb siyasiya PDKê herwiha hêvî xwestiye ku gelê Kurdistanê hertim asûde û bextewer be û her rojek jî jê re cejn û şadî be.
PDK herwiha dibêje ku cejna qurbanê cejna tebayî, biratî û lêbûrînê ye û xwedan peyama aştî û xêr û xweşiyê ye jiber vê çendê jî hêvî dikin ku cejna qurbanê bibe sedema bihêztir kirina rêhê lêbûrîn û biratiyê û bihevre jiyanê.
PDK di beşeke din ya peyama xwe de hêvî xwestiye ku cejn bibe sedema pêşerojeke geş bo gelê Kurdistanê û Kurdistan jî hertim li pêşkeftin, aramî û awedanî de be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin