Civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê bi minasebeta hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.
Civata wezîran di destpêka peyama xwe de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbetên şehîdan û pêşmergeyên qehreman kiriye û hêvî xwestiye ku cejn li gel xwe aştî û aramî bîne û tevahiya aliyan jî di nava aramî û tenahî de cejna xwe derbas bikin.
Di beşeke din ya vê peyama han de hatiye nivîsandin ku di demekê de cejna qurbanê tê pîrozkirin ku aliyên Îraqî meşxûlî hewldan bo ava kirina hikûmeteke nû ne û hêvî xwestiye ku aliyên Kurdistanê jî berejwendiyên gelê Kurdistanê li ber çav bigirin û bi yek rêzî û yekdengî biçin Bexdayê daku bikaribin bersifa daxwazên gelê Kurdistanê bidin û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biparêzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin