Serok Barzanî pêşwaziya konsulusê Îmaratê kir

Serok Barzanî spasiya dewleta Îmaratê kir
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratên yekgitî yên Erebî  yê li Hewlêrê Raşêd Elmensûr kir.

Di destpêka civînê de Raşêd Elmensûr nameyeke taybet ya Cîgirê Emîrê Îmaratê pêşkêşî Serok Barzanî kir. Piştî re behsa hin mijaran kir.

Her di civînê de Serok Barzanî jî spasiya Cîgirê Mîrê Îmaratê û konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê kir û herwiha jiber kar û çalakiyên xêrxwazî jî spasiya dewleta Îmaratê kir û tekez li ser dostatî û dom kirina têkiliyên navbera her du aliyan de kir.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.