Siûdiye hevkariya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike

Amerîka ji vê yekê gelek kêfxweşe
کوردستان TV
100%

Îro hikûmeta Siûdiyeyê belav kir ku bi mebesta avedan kirin û cîhbicîh kirina projeyên curbicur û xizmet kirina wan koçberên ku vedigerin Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê vê 100 miliyon dolar hevkariya wan deveran bike.

Hikûmeta Siûdiyeyê diyar kiriye ku ev hevkarî bo avedan kirina wan deveran dibin ku ji aliyê hevpeymaniya cîhanî û HSDê ve ji destê DIŞIê hatine azadkirin.

Ji aliyeke din ve jî Amerîka kêfxweşiya xwe ya li hember ev biryara Siûdiyeyê diyar kir.

Weke tê zanîn ku piraniya Bakûrê Sûriye û Rojhilatê Sûriyeyê di destê HSDê deye ku YPG pêşengiya vê dike.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.