Hewldanên part û aliyên siyasî yên Îraqê yên bo ava kirina hevpeymaniyeke mezin ya li parlementoya Îraqê û herwiha bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê didomin.
Di vê derbarê de jêderên nêzî lîsteya Qanûnê, yaku Nûrî Malikî Serokatiya vê dike diyar kirine ku Nûrî Malikî naxwaze xwe bo postê Serokwezîriya Îraqê kandîd bike.
Ji aliyeke din ve hate gotin ku her yek ji Sedir, Emar Hekîm, Eyad Elawî û çend aliyên din civîneke berfire lidar xistine û li ser ava kirina mezintirîn hevpeymaniyê li parlementoya Îraqê li hev kirine.
Heta niha Kurd jî biryar nedaye ka gelo li gel kîj aliyên Îraqî hevpeymaniyê dike jiber ku heta niha bernameya wan aliyan zelal nebûye û Kurd jî xwedan çend daxwazên netewiye û kîj aliyên Îraqî wan daxwazan bicîh bike vê Kurd jî li gel wan hevpeymaniyê bo ava kirina hikûmetê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin