Li gor jêderên taybetî, çalakvanekî Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê bi navê Ferşîd Elewî Abgerim li bajarê Vanê ya li Bakûrê Kurdistanê hatiye kuştin.
Jêderên han diyar kirine ku Ferşîd Elewî Abgerim çalakê çandî û olî bûye, xelkê bajarê Ormiyeyê ye û di roja 12ê vê mehê de li bajarê Vanê ya li Bakûrê Kurdistanê hatiye revandin û pişt re di roja 14ê mehê de li nêzî Başqele cenazeyê vî hatiye dîtin.
Herwiha polîsê Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku kesên Ferşîd kuştine, xwestine nav hatî radestî rejîma Îranê bikin lêbelê pilana wan ser negirtiye lewre nav hatî kuştine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin